Di encama dorpêça ser Kobanê gelek nexweş ku derveyî Kobanê tedawiya xwe dikirin nema karîbûn herin.
Yek ji wan jî zarokê 12 salî Dildar Rêzan Hiso bû.
Dildar ji ber nexweşiya xwe ya Breez nikarîbû tedawiya xwe berdewam bike û wefat kir.
Malbata Dildar Hiso ew demeke dirêj bû li nexweşxaneya El Camiî ya Helebê ew tedawî dikirin.
Piştî 26 rojan ji dorpêçê laşê Dildar êdî nema tehemul dikir, diviyabû derbasî Helebê bûbane.
Duh Dildar Hiso ji ber nexweşiya xwe ya Breez li nexweşxaneya Kobanê wefat dike.
Li gorî agahiyên malbata wî dektorê tedawiya Dildar dike li Helebê ye, dikarîbû wî derman bike.
Ji ber dorpêçê û qutbûyîna rêya di navbera Kobanê û Helebê malbatê nikarîbû Dildar derbasî Helebê bike.



