Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê.
Hat zanîn ku Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol wê di şandeyê de cih bigirin.
Şande, herî dawî di 17’ê Çileyê de çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kiribû.
Ji wê dîrokê heta niha li Girava Îmraliyê tu hevdîtin nehatine kirin.



