Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mraco Rubio got ku pêkanîna peymana QSD’ê û Hikûmeta Sûriyê ne hêsan e, lê divê em pêk bînin.
Rubio di kongreyeke çapemeniyê de eşkere kir ku Donald Trump 2 caran bi Ehmed El-Şeri re axiviye da ku şer raweste û girtiyên DAIŞ’ê ji wir derxînin.
Rubio got ku dibe di nava telîheviyê de bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê derfeta revê bi dest xistibana. Lewra Trump ji El-Şeri re gotiye şer rawestînin da ku ji wir derkevin û hem jî kar li ser entegrasyona Kurdan di nava dewleta Sûriyê de pêk bînin.
Her wekî diyar kir ku vê yekê dem da ku Kurd û desthilata Sûriyê li Şamê bighêjin lihevkirinê, lê pêkanîna wê ne hêsan e.
Her wekî got ku ev encam tevî zehmetiyên wê jî, baştir e ku Sûriyê bi 18 dewlet û pê re şer, koçberî dewam bike.



