Artêşa Îsraîlê duh bi şev li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê bi dronekê wesayîtek kir hedef.
Di encamê de 4 kes hatin kuştin.
Li gorî Ajansa Neteweyî ya Lubnanê, êrîş li nêzîkî bajarokê El-Mesna’i pêk hat.
Her wiha navenda Awarte ya Tenduristiya Giştî ya Lubnanê kuştina 4 kesan di êrîşê de piştrast kir.
Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê jî da zanîn ku wan li bajarokê Hnein ê navçeya Cebelê endamekî Hizbullahê hedef girtiye.
Ev yek wekî bersivek li ser gefan bi nav kiriye.
Artêşa Lubnanê jî daxuyand ku droneke bombebarkirî ya Îsraîlê ji bajarokê Hola-Merceyîn ket û teqiya.



