Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan ragihand ku heta niha li Îran û Rojhilat 7 hezar û 15 kes hatine kuştin û 26 hezar kes jî birîndar bûne.
Rêxistinê têkildarî bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.
Di raporê de ragihand ku 7 hezar û 15 kes hatine kuştin û 53 hezar û 552 xwepêşander hatine binçavkirin,
Her wiha 25 hezar û 845 xwepêşander birîndar bûne.
Rêxistinê da zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan ve 144 xwendekarên zanîngehê hatine binçavkirin,
11 hezar û 53 kes ji bo lêpirsînê ji bo dezgehên rejîma Îranê hatine gazîkirin.
355 xwepêşander bi darê zorê neçarî îtîrafê hatine kirin.



