11 malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Awistralyayê ji Kampa Roj a li Dêrikê ber bi welatê wan ve hatin şandin.
Xizmên 11 malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Awistralyayê ji bo wergirtina endamên malbatên xwe, hatin Kampa Roj a li Dêrikê.
Rêveberiya kampê 11 malbatên DAIŞ’î ku ji 34 kesan pêk dihat, bi malbatên wan re şandin Awistralyayê.
Şandina malbatên DAIŞ’ê bo welatên wan, li gorî belgeyên fermî bi hemahengiya di navbera rêveberiya kampê û malbatên wan de pêk hat.



