11 malbatên çeteyên DAIŞˊê yên Awistralyayê ku ji 34 kesan pêk tê vê sibehê ber bi bajarê wan ve hatibûn şandin, lê ji ber sedemên netemamkirina hemahengiyê di navbear malbatên wan û hikumeta demkî de ji nû ve vegerîn kampê.
Rêveberiya kampa Roj ku tê de malbatên çeteyên DAIŞˊê hene, vê sibehê 11 malbatên DAIŞ’î ku ji 34 kesan pêk dihat, gerek ji bo şandina wan bi rêxistin kir.
Şandina malbatên DAIŞ’ê bo welatên wan, li gorî belgeyên fermî bi hemahengiya di navbera rêveberiya kampê û malbatên wan de pêk hat. Lê piştî demek kurt ew ji ber sedemên teknîkî yên girêdayî netemamkirina hemahengiya di navbera aliyê Awistralyayî, malbatên wan û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de vegerîn.
Çavkaniyan da zanîn ku aliyên eleqedar ên her du aliyan niha li ser çareserkirina pirsgirêka teknîkî û îdarî ya ku nehiştiye şandina malbatên DAIŞˊê pêk bê, dixebitin da ku di demek din de wan bişînin.



