Îranê ji bo rûbirûbûna gefên ewlehiyê li Tengava Hurmuzê tetbîqatek leşkerî dest pê kir.
Ev yek piştî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê pêk hat, ku ji bo Îranê weke gefa ewlehiyê tê dîtin.
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, tetbîqat ji hêla Hêzên Deryayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşê ve hatiye destpêkirin, li Kendava Farsê û Tengava Hurmuzê tê kirin.
Tengava Hurmuz wekî xalek derbasbûnê ya stratejîk tê zanîn ku beşek girîng a bazirganiya petrolê ya cîhanê jê derbas dibe.
Îranê diyar kiriye ku di rewşa şerekî muhtemel de ew ê Tengava Hurmuz bigire.
Araqçî ji bo danûstandinên nukleerî li Cenevreyê ye
Li gel vê yekê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî, ji bo danûstandina nû ya li gel Amerîkayê ya têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê gihîşt Cenevreyê.
Rêveberiya Tehranê diyar kir ku pêvajoya hevdîtinên nû di destpêka meha Sibatê de piştî hevdîtinên ku ji nû ve li Ummanê hatin destpêkirin, dest pê kiriye.
Hevdîtin, di dema ku gefa mudaxeleya leşkerî ya Amerîkayê rojevê de ye tên birêvebirin.
Tê payîn ku Araqçî di çarçoveya hevdîtinên li Cenevreyê de bi Dîrektorê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) Rafael Grossi re hevdîtinan pêk bîne.



