Li Enqere, hevdîtinek balkêş navbera wezîrê Karê derve yê Tirkiye û Wezîrê Parastinê yê Iraqê de pêk hat.
Bi vê civînê re, şîrove derdikevin holê ku mijara wan Şengal e.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabît Ebbasî doh li paytexta Tirkiye Enqerê civiyan.
Têkildarî naveroka civînê agahî nehatin parvekirin.
Îro jî Fîdan bi hempîşeyê xwe yê Erebîstana Siûdî Faysel bin Ferhan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.
Li gorî çapemeniya Tirkiyê, ev hevdîtin li ser mijarên rojevî bû.
Di wextekî ev yek pêk dihatin de, li derdora Şengalê jî ev demeke tevgerên neasayî tên xuyakirin.
Li gorî analîzek ya di ajansa Rojnewsê de hatî weşandin, bazarek ji bo têkbirina îradeya civaka Êzidî hatiye kirin.
Ebdilrehîm El Şemerî yek ji parlamenterên Iraqê yê Sûnnî ye ku di nava bûyerê de cihê xwe digre.
Tê gotin ev kes li herêmê bi bandor e.
Vî kesî girtiye ser milê xwe ku civaka Ereb a Şengalê ji Rêveberiya Xweser qut bike.
Her wiha Ebû Ebas El-Beşkanî ku bi xwe ji Şieyên Şengalê ye jî bi heman karî radibe.
Hemwextî van bûyeran, Iraqê berpirsê artêşê yê li Şengalê jî guhert.
Ev yek fikarên li ser rewşa Şingalê hîn zêdetir dike.



