Parlamenterê Iraqê Riyaz Temîmî têkildarî serdana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya Amerîka û welatên cîran ji Rojnewsê re axivî.
Parlamenterê Iraqê Riyar Temîmî bal kişand ser serdana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya ji bo Amerîka welatên cîran û got:
Riyaz Temîmî anî ziman ku serdana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya ji bo Amerîka, dîsa Qeter û dîsa tê payîn ku serdana Tirkiye û Îranê jî bike û got
Ev tê wateya peyameke erênî ji bo Iraq û hemû welatan ku em derbasî qonaxeke nû bûne.
Temîmî diyar kir ku ev qonax li ser bingehê bihêzkirina hevkariya di navbera welatên cîran û rêzgirtina di navbera welatan de ye û wiha pêde çû:
Ev tê wateya girêdanbûna bawerî û yasaya rêxistina têkiliyên di navbera wan de.
Bi rengekî ku tevlî bibin û dûr bikevin ji nakokî û her aloziyekê.
Parlamenter Riyaz Temîmî xuya kir ku dijî gendeliyê rabûn karê herî girîng ê vê qonaxê bûye,
Ji ber ku çekeke bi hêze ji bo dewletê û dibe sedema pîşesaziya pêşketina dewletê.



