Nûnerê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Ziyad Rûstem behsa mafê êzidiyan di destûra Sûriyê de kir.
Ziyad Rûstem da zanîn divê mafên Êzidiyan di destûra Sûriyê de werin naskirin û parastina wan mîsoger bibe.
Ziyad Rûstem anî ziman ku civaka Êzidî yek ji pêkhateyên resen ên herêmê ne û wiha got:
“Divê ev yek di hemû destûrên ewlehî û rûmeta hemwelatiyan garantî dike, were belgekirin.
Ne tenê di axaftinê de bimîne, divê Şam û dewletên li ser zagonên navneteweyî serwer in vê yekê fermî garantî bikin.”
”Divê mafên Êzidiyan di destûrê de werin misogerkirin”
Ziyad Rûstem diyar kir ku divê projeya Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyê pêk were û wiha anî ziman:
“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji destpêka şoreşê ve modêla Rêveberiya Xweser mînak bû.
Nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyê di rêveberiyê de hebûn û Êzidî di Rêveberiya Xweser de çalak bûn.
Êzidî li tevahiya Sûriyê hene ji ber vê yekê divê di destûrê Sûriyê de mafên hemû gelan garantî bibe.”



