Komên hikumeta demkî 29 roj e dorpêçeke giran daniye ser bajarê Kobanê.
Rewşa mirovî ya zêdetirî 600 hezar kesî girantir dibe.
Di encamê de rewşa mirovî, tenduristî û xizmetguzarî girantir dibe.
Metirsî hene ku di demeke nêzîk de karasetek çêbe.
Li bajar û gundewarên Kobanê pêdiviyên bingehîn pir kêm bûne, rê nayê dayîn ku alîkarî derbas bibin.
Vê yekê bandoreke rasterast li ser qada tenduristiyê kir ku nexweşxane û navendên tenduristiyê bi derfetên pir kêm kar dikin û gelek cureyên dermanan kêm bûne.
Şêniyên Kobanê û saziyên wê banga vekirina demildest a korîdorên mirovî ji bo derbasbûna alîkariyan kir.
Her wiha diyar dikin ku dorpêç binpêkirina qanûnên mirovî ye.



