Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku ew ê bi awayekî nerasterast beşdarî dan û standinên nuklerî yên li Cinêvê bi Îranê re bibe.
Donald Trump anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku Tehran dixwaze bigihêje lihevkirinekê.
Li gorî Reutersê, Trump ji rojnamevanan re got:
“Ez ê bi awayekî nerasterast beşdarî wan dan û standinan bibim.
Dan û standin dê pir girîng bin.”



