Vê sibehê artêşa Israîlê ket gundê Seyda el-Colan ya gundewarê Quneytrayê de, êrişî malakê kir û ciwanek revand.
Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, vê sibehê dewriyeyeke leşkerî kete gundê Seyde Colan li gundewarê Quneytrayê.
Li gorî Çavdêriyê, dewriyeyê girt ser malekê û ciwanek girt.
Her wekî da zanîn ku piştî girtina ciwan artêşa Israîlê ji gund derket û vekişiyan.
Navnedê diyar kir ku dewriyeke Îsraîlê duh jî ketiye bajarokê Cebeta Xeşeb li gundewarê bakurê Quneytrayê.
Li wir artêşê malek lêgerîn kir û welatiyek bêyî ku sedemên girtinê bê zanîn girt.



