Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna heftane de bi berfirehî li ser geşedanên rojevê axivî.
Bakirhan bi taybetî bal kişand rola Rêber Apo hem li pêvajoya çareseriyê, hem rawestandina şer û valaderxistina komployê.
Heman awayî hişyarî da planên dewleta Tirk ên li ser Iraqê, Mexmûr û Şengalê got nêzîkatiyek wiha wê bibe xeletiya herî mezin.
Bakirhan qala civîna Muncihê jî kir û ji dewleta Tirkiyê re got “çima hûn jî wan dawetî Tirkiyê nakin”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî.
Tuncer Bakirhan bal kişand gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ên têkîldarî Iraqê ku gotibû piştî Sûriyê dor tê Iraqê.
Bakirhan diyar kir ku gotinên wiha nayê paşguhkirin û destwerdana Iraqê wê bandor li herêmeke berfireh bike.
Bakirhan: Em avakirina Yekîtiya Rojhilata Navîn pêşniyar dikin
Her wiha Bakirhan hişyarî da helwestên Tirkiyê ku gefan li Şengal, Mexmûr û Hewlerê dixwe û got:
“Nêzîkatiyeke wiha hem ji bo pêvajoya aştiyê hem jî pêşeroja 86 milyon kesan bibe xeletiya herî mezin.
Berevajî vê, divê bi Kurdan re tifaqeke stratejîk û dîrokî bê avakirin. Di vê mijarê de pêşniyareke me ya şênber heye.
Li dijî planên şer ên emperyalîst, em yekitiya demokratîk a Rojhilata Navîn pêşniyar dikin.”
Tuncer Bakirhan dibêje Tirkiye dikare bi pêşxistina têkiliyên demokratîk ên bi Kurdan re vîzyona aştiyê ya herêmê jî xurt bike.
Bakirhan: 27 sal in li Girava Îmraliyê îradeya çareseriyê heye
Di dewama axaftinê xwe de Bakirhan, îşaret bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got:
“Ev roj, ji hêla gelê Kurd ve weke roja şer tê pênasekirin. 27 sal berê, xwestin Rojhilata Navîn dîsa bikin zemîna krîz û aloziyê.
15’ê Sibatê hêj îro jî ji hêla aqilê dewletê û siyaseta Tirkiyê ve baş nehatiye fêmkirin.
Ev 27 sal in li Girava Îmraliyê îradeya çareseriyê heye.”
Bakirhan da zanîn ku Rêber Apo bi banga 27’ê Sibatê re komploya 15 Sibatê vala derxist, komplogeran xwest bi êrişên ser Rojava komployê bidomîne.
Bakirhan: Dîrok nîşan dide ku birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
Hevserokê Dem Partiyê got navnîşana çareseriyê Birêz Ocalan e, divê her kes cidî nêz bibe û astengiyên li pêşiya wî bên rakirin û got:
“Ji bo aştiyeke mayinde û domdar, divê statuya birêz Ocalan û mercên wî yên xebatê ne bi awayekî fiîlî lê bi awayekî fermî û zagonî bên diyarkirin û misogerkirin.”
Bakirhan: Munihê nîşan da ku Kurd neqediyane û li ser maseyê ne
Tuncer Bakirhan balkişand konferansa Munihê û beşdariya şandeya Kurdî Mazlûm Ebdî û Ilham Ehmed weke hewldanên dîplomatîk ên dîrokî bi nav kir.
Bi vê yekê rexne li Tirkiyê kir û got:
“Çima hûn Mazlum Ebdî û Îlham Ehmedê navvexwînin Tirkiyê, hûn çima pê re naaxivin û lê guhdarî nakin.
Vaye heke hûn bang nekin, dê li Almanyayê li ser heman maseyê rûnin.
Û hemû hêzên sereke yên cîhanê ji bo hevdîtina bi wan re dikevin dorê.
Lewma em bi vê trênê re jî negihiştin.”



