Tuesday 2026/07/21
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Rûspiyên Hesekê: Xebata pêşîn aramî û têkbirina fitneyê ye

February 17, 2026
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Bi tevlêbûna Fermandarê Giştî yê QSD’ê civîna rûspiyan tê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Rûspiyên Hesekê girîngî da parastina jiyana hevbeş di nava tevahî pêkhateyên herêmê de û got divê xebata pêşîn ji bo aramî û têkbirina fitneyê be.
Di civînê de Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî pabendbûna xwe ya bi lihevkirinan dubare kir û got ew ê efûyek giştî ji bo girtiyan derxin.

Bi dirûşma “Bi hev re ji bo parastina civaka xwe, mil bi mil ber bi yekitî û aramiyê ve. Aştiya sivîl berpirsiyariya me ya hevpar e, gotina me yek e, û ewlehiya me yek e. Na ji fitneyê, na ji zimanê nefretê re” Desteya Rûspiyan û Meclisa Rûspiyan a Heseke îro li Hola Şeto ya bajarê Heseke civînek li dar xist. Nûnerên eşîrên Ereb û Kurd û pêkhateyên din, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Axaftina destpêkê ya civînê şêwirmendê Êla El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş kir, got: “Em îro ji bo parastina civaka xwe mil bi mil, arastina herêmên xwe ber bi yekitî û aramiyê ve kom bûne. Wê parêzgeha Hesekê xaka jiyana hevbeş û biratiyê ku tê de Kurd, Ereb, Xiristiyan û Êzidî bi hev re dijîn, bimîne. Gelê Hesekê li hember fitne û tehrîdê disekine û têk dibe.”

Dûre Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî axivî û diyar kir ku wan peymana 29`ê Çileyê îmze kiriye û di pêvajoya pêkanîna wê de ne. Ebdî destnîşan kir ku ev peyman wek çarçoveyeke sereke ya ji bo hemû gavên siberojê ye.

Gelek axaftin ji hêla şêxên eşîran û rûspiyên herêmê ve hatin kirin û hat diyarkirin ku ew piştevaniya lihevkirina 29ˊê Çileyê dikin, zimanê nefretê û hewldanên derxistina fitneyan di nava pêkhateyan de red dikin û dixwazin girtî werin berdan.

Mazlûm Ebdî jî li ser daxwaza rûspiyan got ew ê efûyek giştî ji bo girtiyan derxin, di çend rojên bê de bi aliyên eleqedar re mijara girtiyan çareser bikin.

Di dawiya civîna Desteya Rûspiyan de daxuyaniyek hat dayîn û hate gotin ku “Ji cîhanê tevahî re diyar dikin ku wê Hesekê xaka jiyana hevbeş, xweşik û biratiyê bimîne û rojekê jî nabe qada fitne yan jî tehrîdê yan jî zimanê nefretê.

Di vê dema dawî de tehrîdkirin û derxistina fitneyan li tevahî Sûriyeyê bi taybet jî li herêma cizîrê zêde bû û hinan hewl dida mozaîka civakî ya xurt a Sûriyeyê têk bibin. Em ji wan re dibêjin ku em xelk û pêkhateyên Cizîra Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Ermen, Misliman, Xiristiyan û Êzidiyên xwe di dirêjahiya dîrokê de mînaka zindî ya biratiyê bûn, me nan, av û aqûbeta xwe bi hev re parve kiriye û hev du di zehmetiyan de parastiye û li dijî rêxistina terorîst sekiniye û têk biriye.

Em wek eşîrên ji tevahî pêkhateyan em ê her tim mertalên ewlehiyê û dibistanên zanîn, hişmendî û aqilmendiyê bin. Em îro di qonaxeke hestiryar re derbas dibin ku pêdiviya wê em ruhê berpirsiyariya dîrokî hilgirin.

Ji lew re em dixwazin ev xalên jêrîn pêk bên:

  • Pabendîbûna bi bicihanîna lihevkirinên ku dê entegresyonê pêk bînin û rijandina xwîna Sûriyan rawestînin.
  • Berpirsiyariya eşîrî: Pabendbûna bi nirxên eşîrî re û em ne artêşek di nav artêşê de ne yan jî şûna artêşê ne.
  • Rewşenbîrên me: Em rola we di belavkirina çanda hezkiriyê de tekez dikin.
  • Ciwanên me: Hûn stûnên pêşerojê û xeta yekem a parastinê ji bo welat in.
  • Zimanê nefretê: Em hemû cureyên zimanê nefretê, tehrîdkirinê û cudakariya neteweyî yan mezhebî bi tundî şermezar dikin.
  • Hevgirtin di demên dijwar de: Em pabend in ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî piştgiriya hevbeş peyda bikin.
  • Berpirsiyariya ragihandinê: Em bang li çalakvan û saziyên medyayê li Sûriyeyê dikin ku pabendî yasayên exlaqî yên pîşeyî bin û ji têgînên tehrîdkirinê yên ku mozaîka civakî ji hev dixin dûr bisekinin.
  • Zimanê diyalogê: Em bi diyalog û danûstandinê bawer dikin ku rêbaza yekane ya çareseriya nakokiyan e.

Di dawiya daxuyaniyê de soz hat dubarekirin ku mil bi mil yekitî û aramiyê xurt bikin, civakê bi hevkarî û danûstandinê biparêzin û Hesekê modela jiyana hevbeş, xwişk û biratiyê ya tevahî pêkhateyan bimîne.

Previous Post

Hikûmeta Demkî Kampa Holê vala dike

Next Post

Bakirhan: Divê gotinên Hakan Fîdan neyên paşguhkirin

Weşana girêdayî

Şêniyek revandin û 600 hezar dolarî wek fîdye dixwazin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Şêniyek revandin û 600 hezar dolarî wek fîdye dixwazin

Parêzgarê Hesekê bi wezîrê çandiniyê re civiya
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Parêzgarê Hesekê bi wezîrê çandiniyê re civiya

Amadekariyên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê bi dawî dibin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Amadekariyên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê bi dawî dibin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye