Şêniyên gundê Girkê Mora yê bajarê Çilaxa yê Rojavayê Kurdistanê xwarinê ji şervanên xwe yên li eniyan re amade dikin.
Di çarçoveya seferberiya giştî de û piştevaniya gel ji şervanên xwe re xelkê Girkê Mora yê gundewarê bajarê Çilaxa xwarin ji şervanên xwe yên li eniyan re amade kirin û pêşkêş kirin.
Malbateke ji gundê xwarin li mala xwe çêkir û ji şervan û Asayîşê re şand.
Girêdayî mijarê welatî Mehma Tehlo axivî: “Me xwest li beramberî fedakariyên şervanên xwe ku li eniyan in tiştekî herî hêsan pêşkêş bikin. Em ê li kêleka hêzên xwe gund û herêmên xwe heta serkeftinê biparêzin.”
Ev kar, di çarçoveya çalakiyên gelêrî de ku ruhê gelê Rojava û hevgirtina wê ya parastina herêmê de nîşan dide.



