Şandeyeke ji Siwêd serdana Rojava kirin û bi Daîreya Têlikiyên Derve re rûniştin.
Di serdanê de peymana 29’ê Çileyê û rewşa giştî ya Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Şande ji endamê Parlamentoya Ewropayê Jonas Sjöstedt yê Partiya Çep û endama Rêveberiya partiyê pêk dihat.
Di civînê de, li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê, bi taybetî Rêveberiya Xweser nîqaş hatin kirin.
Her wekî qala peymana 29’ê Çile û bicihanîna bendên wê jî hat kirin.
Di warê rewşa Kobanê de jî nîqaş hatin kirin , behsa dorpêça ferzkirî û nebûna av û pêdiviyên jiyanî hat kirin.
Ji aliyê xwe ve, şanda Swêdî rave kir ku serdana wan di qonaxek krîtîk de pêk tê.
Şandeyê got, me xwest ji nêz ve rewşa koçberên bi darê zorê koçber bûne nas bikin.
Her wiha Şandeyê piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd û Rêveberiya Xweser diyar kirin.
Ev civîn di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên berdewam ên Rêveberiya Xweser de tê.



