Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûriyeyê Merwan Helebî ragihand:
Ji bo temamkirina proseyên entegraykirina Zanîngeha Şerq di nava şaxek Zanîngeha Firatê de, ava kir.
Di serdana Merwan Helebî de ji şaxê Zanîngeha Firatê ya Reqayê re daxuyaniyek da û got:
Me Komîteya wezaretî ya taybet bi temamkirina proseyên entegrakirina Zanîngeha Şerq de ava kir.
Di heman demê de mafên tevahî xwendekaran parastî ne.
Wezaret pabendî piştevaniya fakulteyên şaxê Zanîngeha Firatê ye,
Wê xebatkarên guncaw bişîne, jîngehek perwerdeyê ya aram li gorî xwendekaran were dabînkirin.
Bawernameyên derçûyên Zanîngeha Şerq wê li gorî çarçoveya qanûnî werin pejirandin.
Merwan Helebî diyar kir ku ew lêkolînekê li ser nûkirina zanîngehek serbixwe li Reqayê dike.
Zanîngeha Şerq yek ji zanîngehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû û navenda wê bajarê Reqayê bû.



