Malbatên gundewarên Firatê yên ku komên girêdayî hikumetê ketin gundên wan xwe li bajarê Kobanê girtine.
Çete vê yekê qezenc dikin û dikevin malên wan, tiştekî li ser tiştekî nahêlin.
Bi taybet gundewarên Sirînê talankirin û dizîna mal û milkên Kurdan didomînin.
Duh di saet 15:45’an de gundekî girêdayî Sirînê ji aliyê çeteyan ve hat talan kirin û bi dîmen hat belge kirin.
Wek di dîmenê de jî tê xuyakirin, tirêksek çandiniyê ya gundiyan û erebeyek sivîl li ser Kirênê kirin e.
Tê gotin ku ber bi Qereqozaxê ve birin.



