Saturday 2026/07/25
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de kampanyayekê dest pê kir

February 18, 2026
in JIN
A A
Ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de kampanyayekê dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo misogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de, dest bi kampanyayeke neteweyî û navneteweyî kir.

29 tevger, rêxistin, yekitî û partiyên siyasî yên jinan, îro li Stadyuma 12`ê Adarê ya Qamişloyê, bi amadebûna bi dehan çalakvan, endamên rêxistinên jinan, rewşenbîr, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, bi erebî ji hêla rêvebera Meclisa Jinên Sûriyeyê Muna Yûsif û bi suryanî ji hêla emdama Partiya Yekitiya Jinên Suryan Semîra Gewriyê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em tevger û rêxistinên jinan li Rojava Kurd, Ereb, Suryan-Asûrî, Ermen û hwd piştrast dikin ku her destkeftiyek ku em îro diparêzin, sozeke dilsoziyê ye ji bo mîrateya wan ku em ê nehêlin ku were windakirin an jî têk biçe.”

Di dewamê de hate gotin: “Ji qadên jina azad bi hêrseke mezin û cesaretek xurt, dema ku em bi giyanekî berxwedanê, ne têkçûnê, nêzîkî Roja Jinan a Navneteweyî (8’ê Adarê) dibin, em ji qadên têkoşînê destpêkirina kampanyayeke mezin a neteweyî û navneteweyî radigihînin da ku têkoşînê di hemû qadan de dijwartir bikin û têkoşînê mezin bikin. Em ji bo mafên xwe lava nakin; berevajî vê, em civaka navneteweyî û hêzên demokratîk li ber berpirsyariyên wan ên dîrokî datînin. Em daxwazên xwe wek mafên ku nayên guftûgokirin û nayên paşxistin, pêşkêş dikin ku ev in:

* Parastina aşkera û bêguman a destkeftiyên şoreşa jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî li Sûriyeyê hatine bidestxistin, di destûra nû de, da ku parastina wan ji zîhniyeta baviksalar, dûrxistin û selefîst ku di dîrokê de hewl daye jinan ji meqamên biryardanê dûr bixe, misoger bike.

* Bicîhanîna tevahî  mijarên ku di 30’ê Çileyê de li ser hatiye lihevkirin, misogerkirina temamkirina pêvajoyên entegrasyonê û garantîkirina beşdariya bibandor û serbixwe ya jinan di hemû saziyên leşkerî, siyasî û îdarî de.

* Naskirina destûrî ya pergala “hevserokatiyê” û pejirandina kotaya jinan a herî kêm ji sedî 50 di hemû şaxên dewletê û komîteyên nivîsandina destûrê de wek garantiyek wekheviya tevahî.

* Têxistina bendeke destûrî ya zelal a pejirandina Fermana Hejmar 13 a der barê parastina mafên zimanî û çandî yên Kurdan de, di heman demê de garantîkirina parastina mafên hemû pêkhate û mezhebên Sûriyeyê û cihêrengiya wan a çandî.

* Avakirina komîteyên beşdar ên rastîn bi nûneratiya jinan a berfireh ji bo amadekirina destûreke nû ya demokratîk ku mafên jinan û hemû civakan diparêze û pergaleke demokratîk a nenavendî ava dike.

 * Parastina karakter û avaniya bêhempa ya Hêzên Parastina Jinan (YPJ) û bi destûrî naskirina wan wek beşeke bingehîn û yekpare ya pergala parastin û berevaniyê, ji bo teqdîrkirina rola wan a dîrokî di têkbirina terorîzmê û parastina nirxên mirovan de.

* Pabendbûna mutleq bi Qanûna Jinan û destkeftiyên mafên qanûnî û sivîl ên bi  destketî re û redkirina bi awayekî kategorîk her qanûnek ku bindestiyê didomîne an jî hewl dide ku rola civakî û siyasî ya jinan kêm bike.

* Aşkerakirina çarenûsa winda û windahiyên bi zorê, tavilê hesabpirsîna hemî sûcdarên sûc û binpêkirinên hovane yên li dijî jinan û bicîhanîna prensîbên edaleta veguhêz ji bo misogerkirina tezmînatê ji bo qurbaniyan û pêşîgirtina li bêcezatiyê.

* Garantîkirina vegera ewle û dilxwaz a hemû kesên ku ji hundir koçber bûne û kesên ku bi zorê hatine derxistin bo malên xwe bi peydakirina garantiyên navneteweyî ku wan ji tolhildanê diparêzin û debara jiyana wan misoger dikin.

* Em bang li civata navneteweyî dikin ku modela rêveberiya xweser û ezmûna pêşeng a jinan di nav wê de wekî modelek neteweyî ji bo çareseriyek berfireh a Sûriyeyê nas bikin, ku veguherînek ber bi Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ve garantî dike.

Em vê bangê li hemî tevgerên femînîst û hêzên demokratîk ên cîhanê dikin: Têkoşîna me ya îro xeta dawîn a parastinê ye ji bo nirxên gerdûnî yên azadiyê li dijî tarîtiya selefîst û îdeolojiya baviksalar. Armancgirtina jinên Sûriyeyê kêrek li dilê demokrasiya gerdûnî ye. Ji ber vê yekê, em ji we dixwazin ku hûn hevpeymaniyên jinan xurt bikin û zexta navneteweyî zêde bikin da ku piştrast bikin ku destûra pêşerojê ya Sûriyeyê bi qelemên ku di nav mûreka dûrxistinê û marjînalîzekirina nîvê civakê de hatine şûştin, neyê nivîsandin.”

RÊXISTINÊN ÎMZEKAR

  • Kongra Star
  • Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyeyê
  • Yekitiya Ewlekariya Jinan
  • Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundûtûjiya li dijî Jinan
  • Hîlala Zêrîn
  • Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava
  • Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
  • Partiya Kesk a Demokratîk
  • Yekitiya Parêzerên Cizîrê
  • Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
  • Partiya Avakirin û Geşepêdana Sûriyeyê
  • Komeleya Jinên Şawşkayê
  • Weqfa Jinên Azad li Sûriyeyê
  • Encûmena Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk
  • Desthilata Jinan
  • Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyeyê
  • Partiya Peymana Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
  • Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
  • Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
  • Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El Partî)
  • Encûmena Dadê
  • Komeleya Balyozan ji bo Kesên Astengdar
  • Rêxistina Roz ji bo Piştgirî û Hêzdarkirinê
  • Rêxistina Rêberan a Aştiyê
Previous Post

MSD: Ferzkirina dorpêçê bêhêvîtiyeke mezin çêkiriye

Next Post

Bernameya çalakiyên 8`ê Adarê eşkera bû

Weşana girêdayî

Li Edeneyê 2 jin hatin kuştin
JIN

Li Edeneyê 2 jin hatin kuştin

DEM Partî bi jinên Suryan re civiya
JIN

DEM Partî bi jinên Suryan re civiya

Jina ku li  Rewanduzê şewitîbû jiyana xwe ji dest da
JIN

Jina ku li Rewanduzê şewitîbû jiyana xwe ji dest da

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye