Li Kobanê bi merasîmekê 3 şehîd hatin oxirkirin û 9 şehîd jî hatin bibîranîn.
Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê şervanên YPJ`ê Arîn Hemzê ku di 6`ê Sibatê de li Kobanê, Jiyan Amed û şervanê YPG`ê Hemê Tefşo (Ehmed Hecî) ku di 5’ê Çileya 2026`an li Qamişlo şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke bi heybet spartin axê.
Her wiha şervanên YPJ`ê Arjîn Kobanê (Fadîle Elî) ku di 19`ê Çileyê li Reqayê, Jiyajîn Kobanê (Rênas Koro) ku di 18`ê Çileyê li Reqayê, şervanên YPG`ê Mûrad (Mûrad Elgedro) ku di 15`ê Sibata 2024`an de li Tirwazî, Hejar Til Xezal (Mistefa Kino) ku di 18`ê Çileyê de li Reqayê, şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Celal (Celan Hemî) ku 20`ê Çileyê li Sirînê, Rustem Kobanê, şervanên Hêzên Komandos Zagros Kaya (Ednan Mislim) ku 18`ê Çileyê li Reqayê û şervanê Hêzên Antîterorê Andok Elî (Ciwan Elî) ku 19`ê Çileyê li Reqayê şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre berdevaka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Eyşe Efendî diyar kir ku divê her kes xwedî li kurdîtiya xwe derkeve û wiha got: “Em Kurd in, divê hemû Kurd destê xwe di destê hev kin û ji bo kurditiya xwe têkoşîn û berxwedanê bikin. Em ê bi hemû hêza xwe tê bikoşin û li ber xwe bidin heta kêliya serkeftinê. Em ê li pey xeta şehîdên xwe bin û doza şehîdên xwe bişopînin.”
Parêzer Ismet Îbrahîm diyar kir ku ew bi şehîdan serbilind in û got: “Va ye her kes behsa mafên Kurdan ên ku bi salan hatibû windakirin, dike. Ev yek jî bi saya şehîdên me bû, wan heta dawiyê têkoşîn kir û ji dijmin re got `em ê qebûl nekin hûn debasî axa me bibin û berxwedan jiyan e`. Bi rastî jî şehîdan ew dirûşm ji xwe re eses girt. Em ê jî her tim li pey xeta şehîdên xwe bin û doza wan bişopînin.”
Endamê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mihemed Oso diyar kir ku ew ê her tim li ser pêyan bin û xeta şehîdên xwe bişopînin û got: “Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin û xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”
Ji fermandarên YPJ`ê Berfîn Kobanê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe tê bikoşin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin û got: “Em ê mîrasa şehîdên xwe bişopînin û xewn û xeyalên wan pêk bînin. Em ê tu carî ji serî ji dijmin re netewînin.”
Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata wan hate kirin.
Cenameyê 3 şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” tilîliyên dayîkan oxir kirin.



