Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî malbateke Kurd a ji Kobanê revandiye.
Li gor agahiyên ji xizmên malbatê, ji bo berdana wan 35 hezar dolarên amerîkî dixwazin.
Abdullah Hebeş tevî hevjîn û herpênc zarokên xwe hewl dida ji Kobanê biçin Libnanê.
Ev malbat ji gundê Iwênî yê Kobanê ye.
Ajokarê ku ew bi qaçaxtî dibirin, li devera Til Kelex a Himsê, radestî komeke çekdar dikin.
Xizmên malbatê got ku ew çekdar dîmen û wêneyên êşkecnekirina malbatê dişînin da ku pereyan ji werbigirin.
Li gor agahiyên me, dîmenên pir bi êş ji xizmên wan re şandine û gefê dixwin da ku 35 hezar dolarên amerîkî bi dest bixin.



