Helîma Elî Mislim Xidir, li gundê Cortonak ê Kobanê berî çend rojan ji hêla Komên Hikûmeta Demkî ve tê revandin.
Piştî 3 rojan, dema Helîma vedigere malê, dawî li jiyana xwe tîne.
Jina ciwan ji gundê Cortonak ê başûrê Kobanê ye, 3 rojan li cem koma çekdar a Emşat dimîne.
Piştî wê, çete duh ew vegerandin mala wê û ji ber bi vê bûyerê bandor bû, dawî li jiyana xwe anî.
Wekî tê zanîn gundên li başûrê Rêya M4 di rewşeke kirîtîk û tevlîhev de dijîn û gelek binpêkirin li dijî welatiyan pêk tên.



