Li gorî Rojnameya Wall Street Journal ya Amerîkî ku agahiyê xwe spart rayedarkî Amerîkî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê amadekariyên vekişîna hêzên xwe ji xaka Sûriyê dike.
Li gorî Rojnameyê hejmara wan nêzîkî 1000 leşkerî ne.
Rayedar diyar kir ku, hêzên Amerîkî dê di nav du mehên bê de ji xal û baregehên xwe yên mayî yên li Sûriyeyê vekişin.
Her wekî anî ziman, Rêveberiya Trump biryar da ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê êdî nema pêwîste.



