Bajar û gundewarên Kobanê ji 20`ê Çileya îsal ve ji aliyê komên hikumeta demkî ve di dorpêçê de ne.
Di nava şert û mercên dorpêçkirinê de niha jiyana 600 hezar mirovî di xetereyê de ye.
Qada tenduristiyê êdî gav bi gav li ber hilweşînê ye.
Saziyên tenduristiyê ji ber peydanekirina dermanan êdî ji xizmeta civakê derdikevin.
Li gorî agahiyên nûçegihanên me yên Kobanê dane, dibe ku Laboratuwara Navendî ya Kobanê ji ber ku derman derbasî Kobanê nabin, ji xizmetê derkeve.
Li Kobanê saziyên tenduristiyê ji ber nebûn dermanan ji xizmetê derdikevin
Nexweşxane û navendên tenduristiyê li gorî dermanên li ber destê wan mane hîna dixebitin.
Dermanên nexweşiyên wekî dil, şekir, tansiyonê derbas nabin û dermanên destwerdana destpêkê li Kobanê gelekî kêm bûne.
Nûçegihanan da zanîn ku li dermanxane û bazara Kobanê êdî peydakirina şîr û dermanên zarokan gelekî zehmet bûye.
Jiyana hemû zarokên di pêçekê de di xetereyê de ye.
Her wiha ji ber madeyên sotemeniyê nayên peydakirin, gel nikare sobeyên mazotê bi kar bîne. Pirsgirêkên av û elektrîkê jî gelekî zêde bûne.
Niha li bajarê Kobanê û gundewarên wê pirsgirêkên wan yên tenduristî, xizmetguzarî û aborî her ku dorpêç dirêj dibe, girantir dibin.



