Endamê delegasyona Fransayê ya li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Emmanuel Fernandez da zanîn ku divê tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bibe û azad bibe.
Emmanuel Fernandez, têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo, nirxandin kirin.
Fernandez destnîşan kir ku mercên girtina Rêber Apo ne li gorî pîvanên navneteweyî ne.
”Hewce ye ku tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bibe”
Fernandez got, birêz Ocalan 27 sal in di girtîgehê de ye.
Bi biryarî şert e ku karibe bi parêzerên xwe re bi rêkûpêk hevdîtinê bike.
Bi cîhana derve re têkiliyê deyne û ev tecrîd bi dawî bibe.
Saziya berpirsyarê kontrolkirina mercên girtîgehan CPT ye.
Fernandez diyar kir ku saziya ku erkdar e van mercan mîsoger bike CPT ye.
Divê herî kêm rêz li mercên girtîgehê bê girtin.
”Divê komkujiyên li ser Rojava bên rawestandin”
Fernandez bal kişand ser êrîşên li ser Rojava jî got:
Ez dixwazim êrîş demildest bên rawestandin.
Ez piştgiriya xwe ya tam ji bo gelê Kurd tînim ziman.



