Li gundewarê bakurê Helebê du Kes ji aliyê hêzên hikumeta demkî ve hatin kuştin .
Li aliyekî din jî çekdarên nenas Serokê berê yê Yekîtiya Werzîşê li Derayê kuştin.
Çevdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê got:
Hêzên hikumeta demkî ji bo girtina kesekî operasyoneke ewlehiyê pêk anî.
Hêzan li cihê bûyerê kemîn danî û hewl dan ku otomobîlek rawestînin .
Lêbelê, otomobîl li gorî fermanên rawestandinê tevnegeriya.
Di encamê de zilamek û kurê wî hatin kuştin, û sê kurên wî yên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên ji malbata qurbaniyan ragihandin ku tenduristiya zilam xirabtir bû .
Serokê berê yê Yekîtiya Werzîşê li Derayê hate kuştin
Li aliyekî din jî çekdarên nenas Serokê berê yê Yekîtiya Werzîşê li Derayê kuştin.
Çekdaran li bajarokê “Osman” rasterast gule lê reşandin.
Çevdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê got, ew ji ber birînên xwe yê giran jiyana xwe ji dest da.
Li gorî SOHR`ê, kesê qurbanî serokê berê yê Yekîtiya Werzîşê li bajarê Derayê bû.



