Rêveberiya Ragihandinê ya Serokatiya Sûriyê ragihand ku Emîd Ziyad El Ayeş wekî Nûnerê Serokatiyê hatiye destnîşankirin da ku çavdêriya pêkanîna peymana 29’ê Çile bi QSD’ê re bike û li ser temamkirina gavên entegrasyonê bixebite.
Rêveberiyê di daxuyaniyekê de ji ajansa SANA re eşkere kir ku ev gav di çarçoveya xurtkirina hebûna saziyên dewletê, çareserkirina pirsgirêkên heyî û lezandina aktîvkirina xizmetên hikûmetê yên ku ji welatiyan re têne peyda kirin de.
Hikûmeta Sûriyê di 29’ê Çile de ragihand ku wê bi QSD’ê re li hev kiriye ku agirbestê wekî beşek ji têgihîştineke berfireh ku mekanîzmayeke gav bi gav ji bo yekkirina hêzên leşkerî û îdarî yên her du aliyan dihewîne, rawestîne.



