Zextên Artêşa Iraqê yên li ser runiştvanên taxa Newroz ya Kerkûkê ku Kurdin, berdewame.
Artêşa Îraqê îro berê sibehê li Kerkûkê bi ser malbateke Kurd e girt.
Leşkeran ji malbatê xwest ku xaniyê xwe vala bike.
Artêşa Iraqê bi ser taxa Newroz ya Kerkûkê ku runiştvanên wê Kurdin de girt.
Hat gotin ku êşkence li hin welatiyan kirine û gefa dagirkirina xaniyên Kurdan kirine.
Li gor dîmenên ku hatine parvekirin, vê sibehê hêzek girêdayî artêşa Iraqê bi ser taxê de girtiye.
Li gor agahiyan, leşkeran ji xelkê taxê re gotine :
Ger ji malên xwe derkevin, wê dest bi ser malên wande bigrin.
Hat zanîn ku heta niha jî leşker li nava taxê de mane û hêzên xwe zêdetir dikin.
Ji duh êvarî ve hêzên Iraqê dor li taxa Newroz girtine.
Bi armanca valakirina taxê zextên tûnd li ser runiştvanên taxê dikin.
Hêjayî gotinêye ji piştî rûxîna rejîma Baas ve welatiyên Kurd xanî û zeviyên taxa Newroz kirîne.
Ev 23 salin li wê taxê dijîn. Lê ev du salin artêşa Iraqê hewl dide taxê dagir bike.



