Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parêzgeha Hesekê serbaz Merwan El Elî ji bo vegera koçberên Efrînê, gihaşt bajarê Efrîn.
Ji fermandarên Hêzên Ewlehiyê (Asayîş) Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn), Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hudnrîn ê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Helebê Suraqa Emûrî gihîştin bajarê Efrînê. Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveyê vegera koçberên Efrînê de wê bi rêveberiya bajarê Efrînê re bicivin.
Serdan di çarçoveya peymana 29`ê Çile ya navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hat kirin ku yek ji bendên wê vegera ewle ya koçberan bo herêmên wan e.
Di serdanê de wê vegera ewle ya koçberên Efrînê garantî bibe.



