Rojnameger Mehmet Alî Ertaş dema ji Mêrdînê vedigeriya Amedê ya Bakurê Kurdistanê li ser rê hate binçavkirin.
Rojnameger Mehmet Alî Ertaş ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye.
Dema ji serdana malbata xwe vedigeriya Amedê, di nuqteya kontrolê ya leşkeran de hate binçavkirin.
Ertaş bi hinceta dê îfade bide 4ˊemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate binçavkirin.
Hat zanîn ku, Ertaş birine Midûriyeta Polîsan a Mêrdîn û tê payîn sibê bi rêya SEGBÎSê îfadeya wî bê girtin.



