Li gorî dîmenên belavbûyî, artêşa Tirkiye bi amûrên giran ên leşkerî li Geliyê Reşava ya bajarokê Dêrelokê girêdayî navçeya Amêdiyê ye, dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye.
Ji ber çêkirina rê gelek xwezaya herêmê bi teqemeniyan hatiye hilweşandin û bi taybet cihên xwezayî yên dikeve Geliyê Reşava
Ev hewldana dewleta Tirk ya li herêmê zextê li welatiyan dike ku mal û gundên xwe yên li herêmê vala bikin.
Dewleta Tirk ji sala 2019’an ve bi hinceta cuda cuda li Herêmên Başûrê Kurdistanê operasyonên leşkerî pêk tîne.
Heta niha bi dehan navend û baregehên leşkerî û îstixbaratî li nava xaka Herêma Kurdistan û Iraqê hene.
Ev êriş û operasyon bûn sedemê valakirina bi sedan gund û şehîdkirina gelek welatiyên sivîl yên li Herêmê.



