Di demek ku gefên DAIŞ’ê û komên çete li ser Êzidiyên Şengalê zêde bûye de, artêşa Iraqê li Şengalê dest bi bêçekirina welatiyên Şengalê kir.
Êzdî van çekan ji bo parastina xwe hildigrin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke ji hêzên ewlekariya Şengalê daye ajansa Roj News’ê, duh êvarê artêşa Iraqê li seranserê Şengalê dest bi operasyona komkirina çekan kir.
Artêş dixwaze dest deyne ser çekên welatiyên Êzidî ku ji bo xwe ji fermanê û gefên çeteyan biparêzin li gel xwe digirin.
Hate gotin, wê di nava van rojan de li hemû gund û komelgehên Şengalê operasyona dest danîna ser çekên Êzidiyan bimeşînin.
Hewldana artêşa Iraqê ya niha senaryoya 2014’an tîne bîra êzdiyan, ji ber ku wê çaxê jî wiha kirin.



