Li Reqa, Dêrazor, Girê Spî û Humsê di rojekê de 12 bûyerên tevliheviya ewlehiyê çêbûne.
Li deverên cuda yên Sûriyeyê di çend saetên dawîn de 12 bûyerên tevliheviyê rû dan.
Li bajarê Bisêra yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê li dijî benda kontrolê pêk hat.
Li nêzî pira heman bajarî êriş li dijî bendeke din a hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî pêk hat.
Li Reqa êrîşkarek û endamekî hêzên hikûmetê hatin kuştin
Êrişkarekî benda kontrolê ya Sebahiyê ya rojavayê bajarê Reqayê kir.
Hate zanîn ku di bûyerê de endamekî hêzên ewlekariyê yên hikumetê û êrişkar hatin kuştin.
Li Girê Spî endamekî hêzên hikûmetê hat gulebarakirin
Endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî li başûrê Girê Spî hat gulebarankirin.
Ew endamê di cih de jiyana xwe ji dest da.
Li gundewarên Humsê şêniyek ji bajarokê Sûsê yê Dêrazorê, di encama êrişekê de hat kuştin.
Li taxa Himêdiyê ya Humsê jî ciwanekî xiristiyan hat astengkirin û bi çekan gef lê hat xwarin.
Li Dêra Zorê zarokekî jiyana xwe ji dest da û yek birîndar bû
Li gundekî Dêrazorê zarokek ji ber teqîna mayinekê jiyana xwe ji dest da û yek din birîndar bû.
Li gundê Ekîrşî yê rojhilatê Reqayê ji ber teqîna mayinekê zarokek birîndar bû.
Li gundê Dibis ê Eyn Îsayê jî zarokekî din ji ber teqîna mayinekê bi giranî birîndar bû lingekî wî jê bû.



