Hikumeta demkî ya Sûriyeyê kampa Holê piştî derxistina niştecihên wê, girt.
Dîmenên ku li ser înternetê belav bûne, nîşan didin hin konên kampê hatine şewitandin.
Di dîmenan de nîşan dibe ku di çend konên li kampê de agir derketiye.
Rêvebirê kampê ku ji hêla hikumeta demkî ve hatiye destnîşankirin Fadî El Qasim got:
“Kamp “piştî temamkirina pêvajoya valakirinê” hatiye girtin.”
Der barê sedema van de şewatan tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.



