Di merasîma xiyabî ya şehîd Axîn Şiyar, Mazlûm Efrîn, Tofan Dêrik û Şervan Efrîn de hate gotin fedakariyên şehîdan pêşî li komployan girt.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê merasîma xiyabî ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Axîn Şiyar (Rojbîn Cemîl) ku 9’ê Çileyê di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûye, şervanên QSD’ê Mazlûm Efrîn (Mesûd Dawud) ku 18’ê Çileyê li Reqayê şehîd bû, Tofan Dêrik (Diyar Mûsa) ku 17’ê Çileyê li Dêrazorê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şervan Efrîn ê di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûbûn, li dar xist.
Merasîm bi amadebûna girseyeke şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê li navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê hat lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Xedîce Îbo axivî û diyar kir ku fedakariyên gelê Kurd hişt ku cîhan vî gelî nas bike. Her wiha diyar kir ku şehîdan hêz û rûmet dan gelê xwe. Xedîceyê di axaftina xwe de soza domandina rêya şehîdan da.
Di merasîmê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ebduselam Faris şehîdên azadiyê silav kirin û got: “Em di vê meha pîroz de li vir kom bûne da ku kesên ku canê xwe ji bo azadî û rûmeta welat feda kirine, oxir bikin. Giyanên pîroz ên şehîdan wê zindî bimîne û tîne bîra me ku azadî bi xwîna pak tenê tê bidestxistin.”
Ji şervanên QSD’ê Seîd Koçer jî anî ziman ku bi berxwedana gelê Kurd û fedakariyên şehîdan êriş û komplo hatin rawestandin. Seîd Koçer ji bo parastina destkeftiyan banga domandina têkoşînê kir.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.



