Ji bo ku Kurdên ji Reqayê bi awayekî ewle vegerin malên xwe, komîteyeke hevbeş hat avakirin.
Di çarçoveya hewldanên berdewam ên vegerandina koçberan bo malên wan de, şandeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi parêzgarê Reqayê re hevdîtin pêk anî.
Piştî gera xwe ya li Efrîn û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û fermandarê Asayişê Mehmûd Xelîl, bi parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selame re civiyan.
Di civînê de rewşa ewlehî û xizmetguzarî ya Reqayê, her wiha rewşa Kurdan li herêmê hat gotûbêjkirin.
Li gorî nûçegihanê me yê ku bi şandeya ewlehiyê re ye, her du alî gihaştine biryarekê ku ji bo vegera ewle ya Kurdan bo malên xwe yên li Reqayê, komîteyeke hevbeş di navbera her du aliyan de ava bikin.
Der barê mekanîzmaya xebatên komîteyê de tu agahî nehatin dayîn.



