Tê idîakirin ku Îranê derheqê pergala parastina esîmanî de, bi Rûsyayê re li hev kiriye.
Li gor agahiyên tên belavkirin, peyamenek bi dizî di navbera herdu aliyan de hatiye îmzekirin û qaseya wê 500 milyon Euro ye.
Rojnameya Financial Times a ku xwe dispêre belgeyên Rûs, Mosko wê di nava sê salên pêş de bi hezaran moşekên parastina asmanî yên bipêşketî yên ku ji ser mil tên avêtin radestî Îranê bike.
Li gorî belgeyan, bihayê her moşekekê 170 hezar euro û bihayê mekanîzmayên avêtinê jî 40 hezar euro hatiye diyarkirin.
Tê plankirin ku radestkirin di navbera salên 2027 û 2029’an de wekî sê beşan were kirin.
Lê çavkanî destnîşan dikin ku dibe hejmareke kêm a pergalan berwext radestî Îranê hatibe kirin.
Moşekên Verbayê yên bi rênîşanderên infrasor dikarin moşekên krûz, balafirên ku nizm difirin û dron bikin armanc.



