Hêzên asayîşê, nasnameya endamekî xwe aşkere kir.
Şehîd Şervan Efrîn “Mihemed Osman Oso”, di Çileya 2026ˊan de li Şêxmeqsûd şehîd bû.
Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd aşkera kir.
Di daxuyaniyê sersaxî ji malbata ji malbata şehîdê leheng Şervan Efrîn re hat xwestin.
Şehîd Şervan di 2019ˊan de tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye.
Di bersivdana êrişên li dijî taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de di Çileya 2026ˊan de şehîd bû,
Hêzên Ewlekariya Hundirîn soza parastina nirxên şoreşê û pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nasnav: Şervan Efrîn
Nav û paşnav: Mihemed Oso
Navê bav: Osman
Navê dayikê: Mewlûde
Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn/1980ˊan
Cih û dîroka şehadetê: Şêxmeqsûd-Çile-2026ˊan.



