Meclisa Sûriya Demoqratîk MSD’ê, derbarê rewşa Sûriyê-Rojava, girtî û hêsîran de daxuyaniyek parvekir.
Meclisê peymana 29’ê Çileyê erênî nirxan, û diyar kir ku avakirina baweriyê di rewşa heyî de pir girîng e.
MSD: Em piştgiriya serbestberdana girtiyên li parêzgeha Hesekê dikin
Her wekî piştgirî da serbestberdana girtiyên li Parêzgeha Hesekê.
Meclisê biryara efûyê jî weke xalek girîng ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên li Sûriyê dît.
Ji bo serbestberdana girtiyên di navbera QSD’ê û hikûmeta Sûriyeyê de, MSD’ê banga gavavêtinên cidî kir.
MSD’ê anî ziman ku, mijara girtinên keyfî baweriya welatiyan bi pêvajoya çareseriyê têk dibe.
MSD: Vegera koçberan gavekî girînge ji bo çareserkirina pirsgirêkan
Derbarê vegera koçberên Efrînê jî, destnîşan kir ku gavekî girînge ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Meclisê banga vekirina hemû rê û dergehên navxweyî jî kir û got, ev yek dê tevgera sivîlan hêsan bike û rewşa aborî vejîne.



