Kurdên Xaneqînê li dijî biryara navçekirina Gulale, greva giştî ragihandin û bazar û dukan giştî hatin girtin.
Li Xaneqîn dijî biryara navçekirina Gulale ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, dukandar û karmendên saziyên ser bi hikûmeta demborî ya Herêma Başûrê Kurdistanê greva giştî ragihandin.
Di çarçoveya greva giştî de bazar û dukan giştî hatin girtin.
Hêjayî gotinêye ku Encûmena parêzgeha Diyale û Wezareta Plandanînê ya Iraqê biryar dan ku bajarokên Qeretepe, Cebare, Gulale û Seîdiye ji Xaneqînê veqetînin û bibin navçe.
Welatiyên Xaneqîn vê gavê wekî biçûkkirina Xaneqînê û siyaseta erebkirinê dibînin.



