Rejîma Îranê bi îdiaya beşdarî xwepêşandanên “Jin, jiyan, azadî” bûne cezayê bidarvekirinê li 2 Kurdên ji Bokanê Rauf Şêxmerûfî û Muhammed Ferecî birî.
Xwepêşdandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 60’emîn de didomin. Rejîma Îranê, bi îdiaya beşdarî xwepêşandanên “Jin, jiyan, azadî” bûne cezayê bidarvekirinê li Kurdên Bokanê Rauf Şêxmerûfî û Muhemmed Ferecî birî.
Her du welatiyên Kurd ên ku dema xwepêşandan de hatibûn binçavkirin ji aliyê Şaxa Yekemîn a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi sûcên “muherebe” (şerê li dijî Xwedê), “fesadê fîl erz” (derxistina tevliheviyê li ser rûyê erdê) bi cezayê bidarvekirinê ve hatin cezakirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Kurdpayê, biryar di 24’ê Sibatê de ji her du girtiyên li Girtîgeha Bokanê tên ragirtin re hatiye şandin. Herwiha di nûçeyê de hate diyarkirin ku daraza her du girtiyan bêyî parêzer bi îdiaya “derxistina tevliheviyê” hatine sûcdarkirin û hikûmetê ji bo wan parêzer tayîn kiriye.
Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Şêxmerûfî û Ferecî di dema binçavkirina li Miduriyeta Îstixbaratê ya Urmiyeyê hatine îşkencekirin.



