Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdena zarokên xwe li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakî lidar xist û bang kir.
Malbatên şervanên QSD’ê yên ku di êrîşên hêzên Hukumeta Demkî ya Suriyeyê de dîl hatibûn girtin, bi armanca berdana zarokên xwe çalakiyên xwe berdewam dikin.
Li bajarê Qamişlo piştî çalakiya duh, îro (25-02-2026) jî malbatên dîlgirtiyan meşek lidar xist û daxuyanî da.
Meş ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi dirûşmeya “Em zarokên xwe dixwazin” destpê kir û li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dom kir.
Di meşê de dowîzên wekî, “Em azadiya dîlgirtiyan dixwazin’’, “Dîlgirtî xeta me ya sor in” hatin rakirin.
Piştî meşa ku bi hezaran kes tevlî bûn, li ber avahiya ofîsa NY’ê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê malbatên dîlgirtiyan Yusif Kutî axivî û diyar kir ku ew ê wek malbatên şehîd û dîlgirtiyan heta zarokên wan werin berdan dê çalakiyên xwe bidomînin.
Yusif Kutî destnîşan kir ku QSD û rêveberiya xweser li gorî peymana hatiye îmzekirin tiştên dikeve li ser milên wan pêk anîne, lê Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê erkên xwe pêk nayine û dîlgirtiyan bernade.
Yusif Kutî bang li Netewên Yekbuyî kir ku li gorî yasayên navnetewî yên têkildarî dîlgirtiyan, ji bo berdana dîlgirtiyan tiştên dikeve li ser milê wan pêk bîne.
Piştî daxuyaniyê çalakî bidawî bû.



