Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hevdîtinên pêk anîn.
Ebdî li gel Serokê YNK Bafil Talebanî û Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka Donald Trump, Tom Barrack civiya.
Di civîna de mijara sereke rewşa Iraq, Suriye û Rojavayê Kurdistanê bû.
Rêveberên YNK’ê jî dibêjin, ew xwe ne weke navbeynkar, lê beşek ji pêvajoya parastina Rojavayê Kurdistanê dibînin.
Serokê Desteya Çapemeniyê ya YNK’ê Letîf Nêrweyî têkildarî civînan agahî da ajansa Rojnewsê.
Letîf Nêrweyî da zanîn ku wê civîn bibin sedema bihêzkirina yekîtiya netewî û got:
“YNK xwe weke navbeynkarek ji bo Rojavayê Kurdistanê nabîne, lê ew beşek ji pêvajoya parastina wê ne.
Lewma niha jî ji bo aştî û aramiyê di nava hewldanan deye.”
Nêrweyî anî ziman ku beriya serdana Mazlûm Ebdî bû Silêmanî peywendî gel Bafil Talabanî hebû ev tişt anî ziman:
Bi taybet divê qonaxa ku Rojavayê Kurdistanê têre derbaz dibe, peywendiyek wan hebû.
Serdana Mazlûm Ebdî ya ji bo Silêmaniyê dihate pêşbînîkirin û gelek girîng bû.”



