Komîteya Parastina Rojnamevanan ango CPJ derbarê kuştina rojnamevanan de raporek parve kir.Komîteyê ragihand sala 2025’an li seranserî cîhanê 129 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin kuştin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan bi taybetî kuştina rojnamevanan artêşa Îsraîlê berpirsyar dît.
Li gor komîteyê piraniya rojnamevanan dema şopandina şerê li Xezayê hatine kuştin.
CPJ’ê bi bîr xist ku sala 2024’an 124 rojnamevan hatin kuştin û ragihand ku sala 2025’an 129 mirin çêbûn, vê yekê rekora duyemîn a 30 salên dawî şikand.
Hat diyarkirin ku di şerê li Xezeyê 86 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha hat destnîşankirin ku du herêmên din ên şer ên ji bo çapemeniyê herî kujer, Ûkrayna 4 û Sûdanê jî 9 mirin çêbûn.
Dîrektorê Giştî yê CPJ’ê got ji bo astengkirina van kuştinan û cezakirina berpirsyaran, divê hîn zêdetir hewldan were raberkirin.



