Parêzgerê Hesekê Nûridîn Ehmed bi Rêveberê zanîngeha Firatê Qehtan El Felah re civiya û li ser rewşa zanîngehê nîqaş gerandin.
Di hevdîtinê de Dr. El Felah li ser rewşa zanîngeh û şaxên girêdayî wê, her wekî li ser pirsgirêk û pêdiviyan axivî.
Li kêlek wê jî destnîşan kir ku amad
ekarî tên kirin da ku ji bo ezmûnên nîvê salê dest pê bike.
Parêzger Nûridîn Ehmed Şandeya Xaça Sor pêşwaz kir
Her wiha Parêzger Nûridîn şandeyek ji Xaça Sor a Navnetewî jî pêşwaz kir û li ser hejmarek dozên mirovî li parêzgehê gotûbêj kirin.



