Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Esed Şêbanî û Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê Tom Barrack li hev civiyan.
Wezareta Derve ya Hikûmeta Demkî got ku herdu aliyan behsa dosyên stratejîk ê di navbera herdu aliyan de kirine.
Her wekî nîqaş derheqê peymana QSD’ê û Şamê hatine kirin û pêdivî bi pêkanîna wê hatiye dîtin.
Di heman civînê de behsa akîtivkirina rola Sûriyê di şerê DAIŞ’ê jî kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh nûnerê Amerîkayê li Silêmaniyê li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî civiyabûn û bêtirî xwe behsa peymana 29’ê çileyê hatibû kirin.



