Rêvberiya Xweser li ser gotinên Hikûmeta Demkî ya derbarê kampa Holê de daxuyaniyek belav kir. Rêvberiyê îdiyayên ku dibêje kampa Holê veguherîbû kampeke girtinê ne rastin.
Rêveberiya Xweser li ser daxuyaniya berdevkê Wezareta Hundirîn ya Hikûmeta Demkî got ku wan pabendbûna xwe ya dîrokî û mirovî bi dosyaya kampa Hol re ji dema ku di sala 2016an de piştrast kir.
Hewldanên tahrîfkirina rastiyan û nîşandana kampê wekî “kampeke ragirtinê” îdiayên ji rastiyê dûrin.
Pirsgirêkên ewlehiyê û barê mirovî yê ku me bi salan e bi tena serê xwe hilgirtiye paşguh dikin.
Li gorî daxuyaniyê Rêvberiya Kampê bi hevkariya Rêvberiya Xweser dikarî di van salan de 40 hezar koçber vegerîne cih û warên wan.
Her wiha ji bo nexweşan jî li gorî derfetan nexweş radikirin nexweşxaniyên li bajarê Hesekê.
Êrişên 20 Çileyê bû sedema ku tevlîhevî û reva ji kampê çêbibe.
Rêveberiyê bibîrxist, sala 2016’an kamp ji bo koçberên Îraqî hate avakirin.
Heta sala 2019 malbatên çeteyên DAIŞ’ê jî lê hatin bicihkirin, hejimar bi giştî bû 73 hezar kes ji gelek welatan.



