Îro yekem car di navbera Hêzên Parastina Netewî yên Durzî û Hikumeta Demkî de pevguhertina girtiyan pêk hat.
Di çarçoveya guhertinê de 61 ji hêzên Durzî û 25 jî endamên hêzên Hikumeta Demkî hatin berdan.
Li gor daxuyaniya hikûmeta demkî piştî şerê di Tîrmeha sala borî de cara yekem pevguhertina girtiyan çêbû.
Girtiyên Hêzên Parastina Netewî yên Durziyan li girtîgeha navendî ya Adrayê dihatin ragirtin.
Ev yek di bin çavdêriya Komîteya Xaça Sor a Navnetewî pêk hatiye.
Serokê şandeya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî bo Sûriyê got ku komîte hêvî dike ev gav rê li ber serbestberdanên din û diyalogê de veke.



